Helbesta Rojê: keskesor
Metin Kaya
keskesor
şivanê welatên bê sînor im
di tûrikê min de behna deşt û zozanan
avên zelal, kûlîlkên delal
dimeşim li çiya û baniyan
welat evîna çîrokekê ye
li bajaran dimeşim
nav sûkan de dengê firotkaran:
“ava cemidî, dew, xwarinê şîrîn…”
tehm dikim bi kêyf a zarokatiyê
li ber siyên diwarên kevir
stranên xwe dilorînim
welat kenê zarokekê ye
bi şahiyên zozanan
wek wêneyê bi keskesor
qîz, bûk û xort
govendan xwe li dardixin
welat xemla Mem û Zînê ye
aniha şivanê welatê xwe bûma
ji van deran koçber nebûma